Ömer Koparan,Ethem Emre Özcan
03 Mijdar 2022•Rojanekirin: 08 Mijdar 2022
Meryem Ehmeda 10 salî ya ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed bavê wê hatiye kuştin û wê xwe spartiye Efrînê di konê ku lê dimîne da xwendin û nivîsandinê hînî hevalên xwe dike.
Bavê Meryemê di sala 2017an da li bajaroka Kefer Batixê ji ber êrîşên rejima Esed hat kuştin.

Piştî kuştina bavê wê di 2019an da Meryem û diya wê çûn Efrînê û ew niha li Kampa Rehmetê dimînin.
Li kampa ku 45 kon lê hene dibistan û mamoste tune, lê Meryem tiştên ku li dibistana Îdlibê hîn dibe fêrî 20 hevalên xwe yên li kampê dike.

Meryema ku xwendin û nivîsandinê hînî hevalên xwe dike û dixwaze bibe mamoste ji nûçegihanê AAyê ra wiha got: "Dema bavê min hat dibistanê min bibe malê balafiran bombe avêt û bavê min mir. Dibistana min li ber çavê min hilweşiya. Ez wê rojê qet ji bîr nakim. Ez li vir kon wek dibistanê bi kar tînim û piştgiriyê didim hevalên xwe. Ez naxwazim ew jî mîna min ji dibistana xwe dûr bikevin. Li Îdlibê jî balafiran dibistana min bombe kir, li wir jî gelek hevalên min mirin."
Meryemê got zarokên li kampê qet neçûne dibistanê û wiha dewam kir: "Ez dixwazim ew di vê konê da şahiya dibistanê bijîn. Min xwe bi xwe ra got ezê her tiştê ku dizanim hînî hevalên xwe bikim. Niha ez matematîkê û Qur'anê hînî 20 hevalên xwe dikim. Dema ez mezin bûm ez dixwazim bibim mamoste û xwendekaran perwerde bikim."

- "Mamosta Meryem piştgiriyê dide me"
Mihemed Aslanê 11 salî jî got ji ber ku hêzên rejimê dibistana wan a li Îdlibê bombebaran kir ew hatin Efrînê û ew bê dibistan man.
Aslan wiha axivî: "Ez paşê hîn bûm ku di kampê da mamosteyeke perwerdeyê dide heye. Ez bendê bûm ku keseka temen mezin bibînim, lê dema min ew dît ez metel mam. Mamosta Meryem piştgiriyê dide me."
Aslan got dema ew mezin bibe ew dixwaze bibe doxtor.