Dilara Karataş
31 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 01 Tebax 2024
Hat ragihandin, li eyaleta Keralayê ya li başûrê Hindistanê ji ber hezanên ku piştî barîna baranên gumrah çêbûn, hejmara miriyan derket 148an.
Li gorî nûçeya Hindustan Timesê, peywirdarên eyaleta Keralayê biwarê hezaza ku duh li herêma Wayanadê çêbû, daxuyanî dan.
Peywirdaran destnîşan kir, hejmara kesên di hezazan da mirin derket 148an û her wiha ji artêşa Hindistanê qedera 600 personelî jî beşdariya xebatên lêgerîn xilaskirinê kirin.
Li eyaleta Keralayê ya lê şîn hat ragihandin, peywirdaran ragihand ku xebatên lêgerînê yên ji bo bi sedan kesên wenda berdewam in, ji ber taviya baranê jî îro saziyên perwerdeyê yên li herêmê dê girtî bin.