Eşref Musa,Mehmet Burak Karacaoğlu
01 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2024
Çapemeniya Sûriyeyê ragihand, Îsraîlê bi şev li dijî paytext Şamê êrîşên asîmanî pêk anîn.
Di wê nûçeyê da ya ku ajansa nûçeyan a rejimê SANAyê bi dema herêmî di saet 02.51ê da weşand, wiha hat gotin, "Pergalên me yên parastina asîmanî îşev ji bo cara sêyem li dijî hedefên dijmin dixebitin."
Di nûçeyeke din a SANAyê da ya ku spartin çavkaniyeke eskerî, hat îdiakirin ku êrîşên Îsraîlê yên dijî paytextê yên bi dema herêmî di saet 02.05an da bi balafirên şer û dronan hatin kirin.
Di nûçeyê da wiha hat gotin, "Pergalên me yên parastina asîmanî li dijî fuze û dronan ketin dewrê û piraniya wan daxistin. Di êrîşê da 3 sivîl hatin kuştin, 9 sivîl jî birîndar bûn û xesara madî çêbû."
Ji aliyê din va çapemeniya rejimê ragihand, di êrîşa Îsraîlê da xebatkara Têlevîzyona Dewleta Sûriyeyê bêjer Safa Ehmed hat kuştin.
Îsraîlê li ser êrîşan hê tu daxuyanî nedaye.