Nihat Kavşut
25 Mijdar 2017•Rojanekirin: 25 Mijdar 2017
PARÎS
Li Parîsa paytextê Fransayê roniyên Quleya Eyfelê ji bona kesên li Arîşa bajarê Sînaya Bakur ya eyaleta Misrê di êrîşa dijî Mizgefta Rewzayê da hatin kuştin, temirandin.
Li ser daxwaza Anne Hidalgoya Şaredara Parîsê bi şev roniyên quleyê hatin temirandin.
Roniyên quleyê berê jî ji bona gelek êrîşên terorê hatibûn temirandin.
Di êrîşa li dijî Mizgefta Rewzayê da 235 kes hatibûn kuştin û 109 kes jî birîndar bûbûn. Ji ber êrîşê li Misrê ji bona 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin.