Ferizat Kaya
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
MALATYA
Ji bo Meletye, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya hewaya germ hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13yemîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa li Elezîz, Adiyeman, Tuncelî û Bîngolê kêmewr, li Meletyeyê jî piştî nîvro ewrawî be.
Li herêmê germahiya hewayê qasî 4-6 pileyan ji ya demsalê zêdetir bê. Tê texmînkirin ba jî wê ji aliyê bakurê rojavayê bê.
Hewaya germ li Adiyemanê bibe 44 pile, li Elezîz, Meletye, Tuncelî û Bîngolê jî bibe 41 pile.
Ji ber hewaya germ rayedaran hişyarî da û gotin ku bila di navbera saet 10.00-16.00an de zarok, pîr û kal û kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, zêde li derva nesekinin.