İbrahim Atmaca
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
OSMANIYE
Li Çukurovayê hêjîra bistrî ku di nav gel da jê ra "zimanê xesûyê" jî tê gotin, her çend bi zehmetî were kandêlkirin jî eleqeyê dibîne û kîloya wê bi 3 lireyî tê firotin.
Hêjîra bistrî fêkiya kaktusê ye û havînê digihêje. Ji ber ku striyê vê fêkiyê hene, dema kandêlkirinê da divê meriv pir baldar be. Ev fêkî bi giştî serê sibehê tê kandêlkirin û berhevkirin.
Striyên wê ku destê meriv ra diçin, loma derxistina wan zehmet e, ji ber vê yekê jî ev fêkî bi maşe an jî lepikan va tê berhevkirin. Qalikê vê fêkiyê zer û poteqalî ye û tehmeke wê ya cuda heye.
Tê gotin ku ev fêkî ji bo nexweşiyên mehandinê baş e. Piştî ku tê berhevkirin, kîloya wê bi 3 lireyî tê firotin.
Zulfînaz Karakoyuna ku li Osmaniyeyê hêjîra bistrî berhev dike û li bazarê difroşe, daxuyanî da û got ku berhevkirina vê fêkiyê û sipîkirina wê zehmet e.
Karakoyunê wiha xeberda:
"Divê meriv serê sibê, berî bager rabe hêjîrên bistrî berhev bike. Heke wisa nebe, piştî derketina tavê srtiyên piçûk ên li ser hêjîrê dertên û destê meriv ra diçin. Fêkî piştî berhevkirinê tên şûştin û li ser dezgehên bazaran cihê xwe digrin. Kîloya wê bi 3 lireyî tê firotin."