Ferizat Kaya
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
ÎZMIR
Li Karşiyakaya navçeya Îzmirê li qada daristanê şewat derket û ekîban şewat temirand.
Li gorî agahiyan li nêzî Sancakliyê duh êvarê li qada daristanê şewat derket. Ekîban pêşiyê ji hewayê mudexeleyî êgir kirin û piştî ku tarî ket erdê jî ekîban ji erdê bi 35 arazoz û 8 dozeran midexele kir û dest bi temirandin û sarkirina şewatê kirin.
Şewatê 7 hektar qada daristanê da ber xwe. Li herêmê xebatên sarkirinê dewam dikin.