Orhan Sağlam,Nevzat Umut Uzel
19 Îlon 2024•Rojanekirin: 20 Îlon 2024
Li Wanê li ser Çiyayê Erekê ku 3 hezar û 204 mêtre bilind e, berf ket.
Li tevahiya bajêr barana gur barî, li deverên bilind jî berf ket.
Li ser Çiyayê Erekê ku dikeve nava sînorên navçeya Îpekyoluyê û 3 hezar û 204 mêtre bilind e, berf ket.
Çiya ji navenda navçeyê va jî dixuyê û tepa wê spî dike.
Her sal berf di mijdar û berfanbarê da dikeve, lê îsal ji ber ku zû ket, welatî metel man.