Orhan Sağlam
04 Sibat 2025•Rojanekirin: 05 Sibat 2025
Li Çataka navçeya Wanê malbatên dijmin li hev anîn.
Li taxa Dokuzdamê demên borî di navbera malbatên Baydu û Begceyê da şer derketiye û kesek hatiye kuştin. Ji bo bidawîkirina vê neyartiyê rîspî ketin navçêtiyê.
Li navçeya Îpekyoluyê di Mizgefta Bedîuzzeman da bername hat lidarxistin û di bernameyê da Qurana Pîroz hat xwendin û ferdên malbatan destê hev girtin û li hev hatin.
Şaredarê berê yê Çatakê Abdurrahman Şeylan beşdarî merasima lihevanînê bû û diyar kir, ew ji bo şahidiya bûyereke xweş civiyan.
Şeylan diyar kir, piştî bûyereke bextreş neyartî çêbû û wan her du alî li hev anîn û wiha dewam kir, "Ji bo ku neyartiyeke wiha cardin çênebe me destê hev girt. Kesên ku ketin navçêtiyê ez spasiya wan dikim. Em ê destûrê nedin ku tovê nîfaqê bireşînin navbera me. Em ê destê xwe bidin hev û dijmintiyan bi dawî bikin."