Necmettin Karaca
30 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2025
Li Erdîşa navçeya Wanê ya dibistan ji ber berfê hatin tetîlkirin, zarokan goga berfê lîst.
Xwendekarên Dibistana Navîn a Selçukluyê li hewşa dibistanê kom bûn, bûka berfê çêkirin û goga berfê lîstin.
Li navçeya ku ji ber berfê dibistan tetîl bûn, kêfa xwendekaran ya ji ber berfê dîmenên rengîn derxistin holê.
Ecrin Bayda Bileciya ji xwendekaran ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan tetîl ji xwe ra kir kêf û şahî.
Bileciyê destnîşan kir ku wê digel hevalên xwe bûka berfê çêkir û wiha dewam kir:
"Belkî îro roja min a herî xweş e. Em li dibistanê digel heval û mamosteyên xwe hatin cem hev. Me tevî wan bûka berfê çêkir û goga berfê lîst. Pir xweş bû. Lewma ez spasiya heval û mamosteyên xwe dikim."
Buşra Arslan û Beşîr Îslamoglu jî bal kişandin ku wan di tetîlê da keysa xwe li berfê anî û wan ji xwe ra têra dilê xwe lîst.