İSLAMABAD
Pakîstan pêşiya baranên Mûsonê di meha herî germ de ye. Li hin bajarên navîn û başûrê Pakîstanê germahî gihişt 47 pileyan. Doxtorê Nexweşxaneya Cinnah a li Karaçiya paytextê eyaleta Sîndê ya başurê Welêt Seemi Cemalî got ku ji ber germahiyê 85 kes mirin. Hat ragihandin ku 51 kes jî li Tharparkar, Sîbbî û Şekhûpûraya herêmên çolê ya li sinorê Hîndîstanê mirin.
Ofîsa Meteorolojiyê ya Pakîstanê ragihand ku li welêt hewa dê heta 24 hezîranê zêde germ bibe.